Tehranê 'xetên xwe yên sor' ji Washingtonê re ragihand

Îranê şertên xwe yên di danûstandinan de bi rêya Pakistanê ragihand. Hevdîtina yekser a Bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) vê gavê ne di rojevê de ye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a nîv fermî ya Îranê Farsê, rêveberiya Tehranê têkildarî danûstandinên gengaz ên bi Washingtonê re peyamên nivîskî yên ji "xetên xwe yên sor" bi rêya Pakistanê ji DYE'yê re ragihand.

Li gorî yek ji saziyên çapemeniyê yên Emerîkî Axiosê, Îranê pêşniyareke nû pêşkêşî DYE'yê kir û pêşniyar kir ku Tengava Hurmuzê jinûve bê vekirin, şer bê bidawîkirin û dosya nukleerê jî piştre bê nirxandin. Nûçeya navborî ji ailyê ajansa fermî ya Îranê IRNA'yê ve jî li ser hesabê Telegramê hate parvekirin.

Li aliyê din Serokê DYE'yê Donald Trump roja Yekşemê daxuyaniyek da û anî ziman ku wê li danûstandinên yekser ên bi Îranê re venegerin.

Trump serdana zavayê xwe Jared Kushner û nûnerê xwe yê taybet Steve Witkoff a li Pakistanê ku wê bi nûnerên Tehranê re hevdîtin bikira, roja Şemiyê betal kir.

Trump got, "Eger Îranî dixwazin biaxivin dikarin bê gel me, yan jî dikarin li me bigerin. Xetên me yên gelekî baş û bi ewle hene."

Serokê DYE'yê her wiha ji bo şer jî got, "Me karekî gelekî baş kir, di demeke nêz de wê biqde û em ê serketineke gelekî mezin bi dest bixin."